şîkirdinewey çend nêw û waje

ew tewzîḧaneş hî honerî dastaneken
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 3 minutes  637 views

le basî çûne hewarî mela dawudPerson û mela nebîPerson, îşare be nêwî çend hewarge dekirê. ewa lêreda tewzîḧatî pêwîst le babet ew hewarganewe denûsrê: ełbet le metnî şê’rekanda. mamostay payeberz fîdayîPen name be cwanî meselekey le jêrî ser dêřî: basî çend şwên le xakî gewrkida ke ewřoş be nêwî hozî mela nebîyewe meşhûrin, řûn dekatewe.

1) sand û biraym aẍa: dû kêwin be nêwî biraym kuřî meła nebî le nêzîk hewarî sêwe sûrê genmanî. genmanLocation gundêke le gewrkayetîda.

2) baş řabî, gořêke le nêzîk hewarî sêwe sûrey genmanê ke cê tawłî řabî kiçî mela nebî buwe û ewřoş bew nêwe her mawe.

3) xat xûbê, dołêke le nêzîk hewarî sêwe sûrê ke ewřo be nêwî xubê kiçî mela nebyewe nêw debrê û dełên xubê lewêda tawłî hełdawe.

4) dawwide noke, dołêke le nêzîk hewarî sêwe sûrê ke mela dawud lewêda tawłî hełdawe. ca çunke kurte bała buwe pêyan kutuwe dawwide noke.

5) xidre kurde, dołêke le pena hewarî sêwe sûrê. le zemanî xoy da kurde kuřî mela dawud, meřî lewêda leweřanduwe.

6) awder û melayan, serçaweyeke le nêwan gundekanî biraym xidsaru genmanêda hełkewtuwe û le biraym xidsarî nêzîktire.

7) kêwe řeş, kêwêke le beramberî genmanêda hełkewtuwe.

8) mame řeş, çetew řêgrêkî be nêw bang bûwe ke lew zemanîda lew kêweda yaẍî buwe û be destî lasî esîr kirawe.

9) çil piley ’umanê, řêgayeke le beynî gundekanî biraym xidirsar û genmanêda ke deçî bo kêwekanî piştî wan û kanî awder û melayan le dewr û berî ew řêgayeda hełkewtuwe.

10) keprî, kêwêke ke le pişt gundekanî biraym xidsar û genmanêda hełkewtuwe û řû be swênase.

11) biraym xidsaryan, birîm xidsar nêwî ew gundeye ke mela nebî dirustî kird û nêwî biraymî kuřî lê naw ewřoş her bew nêwe meşhûre.

12) şałe begyan, cê hewarêke ke le mabeynî gundekanî biraym xidsar wimazge û girşîlanda hełkewtuwe.

13) tore. hewargeyekî pan û berîne û serçaweyekî zor sardî lê ye le mabeynî kanî řeş û girşîlanda hełkewtuwe.

pindû: gyayeke, wîşk dekirê û be birînîda deken. goştidrûndî dênêtewe.

miştî: le zarawey baneyîda yanî casûs.

mexte: şitêkî wek małyat.

zerend: binegokem. gyayeke.