«ew şê’reyş le germey şořşî sałî 1357y hetawî danrawe»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
2 minutes
644 views
yek kewtuwe kurd û fars û turk
bo kuştinî ’enter û seg û gurg
wa bûne bira ke dujminî har
tirsawe le kun xizawe wek mar
wa şil buwe taqetî nemawe
toqîwe derûnî piř zuxawe
ew xełkeyî bab û kuř kujawe
lew şaye tewawî bû be kawe
estêreyî ew segî giławe
nêzîke le kej bibê ke awa
ca ew deme ladeçê nexoşî
ew xełke hemû dekewne xoşî
ew mîllete bê tirs le meydan
wêstawe be miste koł û kutkan
řoley nebezîwî mîlletî kurd
kelley serî xwên mij ew deka wird
řûxa ke qełayî şayî zeḧḧakPerson
debřêtewe şwênewarî na pak
ew xake debête çîmen û baẍ
deřwa le diłane ḧesret û daẍ
gel ew deme dête der le zincîr
nabî be des ew zeḧake yexsîr
řizgar ke bo we ew le dîlî
naçêtewe baweşî zelîlî
mizgênye bo jin û pyawan
dedrêtewe beş be beşxurawan
hewyam wehaye kurd řojê
hełbê le nisîw û labe řojê
bênîte derê serî le aso
ta çîdî nekewne şîn û řo řo
lawanî hemû bikewne şadî
dirçin le wełatî bê muradî
bedbextî û derdî kurdewarî
biřwa werese û şwênewarî
ew kurde ke bû le zułim azad
ney mawe le des pejare feryad
sergermî bijarî diřk û dałe
bo dujminî ẍem deka ḧwałe
řojîy wełatekey degrwê
ew ca le şehîdekanî dedwê
degrêtewe menziłî nuhurme
ew bê řeşeba û girme girme
bo xoyî le xakî nîştimanî
şêrane debate ser jyanî
wa dujminî naḧezî debê win
ta mawe be dûre ew le dujmin