«bêdeng nebûnî pîrêjin û wexeber hatnî las»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  505 views
ew diłbere perye şox û şenge
her çend ke ewî dedawe denge
petyare pitir dekewte bołe
her tunditrî lê deda dehołe
bew qûle le xew mezin hełsita
dey da le demî xezałê miste
fermûy le bo emin ke nustim
nahêłî kewa le xew hełsitim?
şayî kewe bê hełmistênî
werdegrî le zarî to cwênî
wa ḧezte binûm û ser le ser řan
biř da le kejane cerde gařan
ew kareye bû be karî pêşû
nayêtewe abřu eger çû
bê ’urzeyî boye min dekey sûk
diłxiwazte jin le min biken tûk
pêş ewhe ke cerde bîřfênî
gařanê, debû hełm sitênî
demgirtewe řêge min be cerdan
dem xiste bin beław derdan
ewhey gut û espekey dehêna
ew řûy le kêw bendenî na
ew perye ke lasî towře bû lêy
do’ayekî lê dekird le ser cêy
deygut ke xudaye tîrî çilkin
wew lase kewê, newek be kuştin
ew zameye lew bibê be nasor
her bêşê hetakû deşte bin goř
dey bîstewe tûk ger le xoyî
ew gwêy nedaye her deřoyî