«ḧewt sał dway zemawendî las û xezał deste çeteyek gařanî hobeyan bird»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  498 views
ḧewsał ke řoyî lasî meşhûr
řojê le xezałe şoř ço jûr
ew dem le pejare xoyî debward
qawey le kin ew xezałe dexward
lew cêye xewî dehat û bo ser
deykird be serîn řanî diłber
lêy nust û serî denaye ser řan
peyda bû hera herayî gawan
lew kêwe be sed ẍem û pejare
hawarî dekird ew heware
key xełk hemû werin be qurban
waçowe be des çetan, gařan