«ałî bew qisey lasî zirêy dana û bo şeř amade bû»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  476 views
ca ẍîretî hate cûłe ałî
merdane zirêy dademałî
lew hobe pyade bo şeřê bûn
bê tîr û kewan û bê zirê bûn
milyan ke le dawetê we şeř na
xencer dekirawe her be zuřna
dedra ke le wirgî yek be nobe
dengî degeyşte kej le hobe
no xencerî ew le las edawe
lay řasteyî wirgî kun kirawe
hendê ke lewane karîger bû
ew zam û birîne bê xeter bû
ger nore geyşte las zanî
ew çonî le wirg eda debanî
deyda le çepey hełî dekêşa
bo řaste xencerî dekêşa
ew tîẍe le sîpelakî heł bird
cerg û diłî bew heware wer kird
ałî ke gyanî çowe der, mird
awatî xezałî, bo giłî bird