«pelamarî lasî be swarî esp bo ałî»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  470 views
swar bowe le esp ew le meydan
boyan ke dekird zîn cerdan
ço pêş lewane her be espî
ew lawe ke şeř debû be kespî
řûy kird le leşkir û le ałî
fermûy le min be ałî ḧałî
babit ke bedest û hełmetî min
kujrawe minim bizane dujmin
to bełge le bo xełk bedî ke
kê dujmine řû le řûyî wî ke
werbigrewe tołe to le lasî
bo dêyu û mela nebî denasî?
ba ew deme bê supa min û to
be pyadeyî bê zirê le ser xo
taşî şeřî xo be xo bigêřîn
řû lew hemû xełke wer bigêřîn
rayeł ke kirawe lew şeřey kir
destî çepe ca dedeyne yektir
ew care be destî dîyke xencer
degrîne katî kêşe û şeř
dey deyne ew le yek be nore
çun dem řeşe ew bełayî zore
her kame le ême ger wemênê
ew şoře xezał ba bihênê
şayî gire ẍunçe řûyî nask
her çawe řuwane bome ask
ba lew şeře řû bikeyne diłber
şayî bigrîn û des be xencer
şayî ke be xencerî debane
bo ême nemane yane mane