«wetałûke kewtinî las bew xebere»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  615 views
deybîstewe ger peyamî yare
ew lase dekewte řê be ẍare
bew core le yarî ger xeber hat
darî berî xewnekey we ber hat
hatin be suwarî û be pêyan
debřa be şewêkî nîweřêyan
milyan le kej û le lêj û xiř na
ta geynewe hełpeřîn û zořna
bew bezme piłingî law û hoşyar
qinyatî le des bira le bo yar
be swarî dekewte nêw hewarî
her xuwêne le dîmenî debarî
lew dawete xełk ewende bû zor
ew hobe hemûyî her deçû bor
kê kêy le hobeda denasî
karî nye kes lewê be lasî
her bigre biřoyî bin deware
her ’eqre meqoye lew heware
bo dawet û bezim û bo temaşa
hên xełk le hobetê dexewşa
lew hobeye dujminî nemabû
çun çopye pakî wek bira bû