«pirsyar le kabra le barey xezałê»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
1 minutes
615 views
pirsî ke xezał mawe? çone?
deygut ke le daw daye sone
çincuřkî hełoyî lêdrawe
bałî wekû xase kew şikawe
ew mamze kewte dawî şêrî
kuwa cêye ke xoyî lê weşêrî
yexsîr dirawe ew be fîlî
debrêtewe bew zuwey be dîlî
sêwêke le ber demî dirincî
tawwise deçête bin tirincî
ey las, peşêw û perte ḧałê
çun mare kirawe ew le ałî
ałî ewe dawetê degêřî
şabaş her ew deka be zêřî
ta ême bike ew wite û peyame
serpakî le yarî dił be zame