«wełamî las»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  469 views
ew lase wehayî pê defermû
bo tûře û qełsî hênde, bîjû?
lew kêwe serokî to ke mezne
key çawî le bo diraw le mine?
řêgir mebe lew kejane cerde
pyawane le ême dest berde
ger cerde gwêy girt le basî
nêzîk debo we ew le lasî
her lew deme diz hełî kuta ser
hawîştye las yek pilender
ew lase gwêy ekird dyarî
řo hate çetey le ser swarî
dû dane gwêy her be destî
hełqendin û naye nêwî mistî
deygut ke ewey we mame řeş de
ba gwêçkeyî des kewê le beşda
bo mame řeş ew witey wegêře
xoy bête şeřê eger dilêre