«çawpêkewtinî mame řeş be lasî û nardinî pyawêk bo řûtkirdinî»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  455 views
ger lasî lewê dedî be çawe
zanî ewe teyre kewte dawe
serkirdeyî xwên mij û şeřanî
degut be řefîqe cerdekanî
biřwanne ẍarî ew sware
bo ew keje wa ke dê be ẍare
pêm waye ke merg ew dehênê
bewcore wełaẍ dey řifênê
sê rojî tewaw û more kesman
girtû nye derneçî le desman
yek biştewe ber demî be tîla
ew sware bihênê ba le jêłla
yek cerde hebû be taqet û hêz
ew boyî deçû le kej be parêz
hawarî le las ekird dem şiř
mandû meke girde borî mil huř
bî hêne be ehwenî berew jûr
bo mame řeş ew serokî meşhûr
lew bendene xo etoyî dîwe
detkujim û şeř nekey hetîwe