«bendî xezałê»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  613 views
bew laweyî wa wełam edawe
to lasî le to dekem siławe
ewřo ke kewa minim kizumat
bî toye xezał ewey be serhat
wek řoj ke lêre bûyî awa
her şîwen û nałe bome mawe
dujmin le hemû wełate seryan
hênawete der be řiq le peryan
tirsim hebû boye bew pyawe
awa xeberim be to dedawe
ewřo ke be debdebew supaye
seyrankerî lew keju çyaye
hatûyî be de’yew demare
gořawî le ser hewayî pare
bew hatne fîzî to dyare
nanasî xezałe wa dyare