«bendî las bo ew jine ke ew heware bo çołe?»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
1 minutes
662 views
deykird be bend û ba û qawe
lew çiłkine sonekey serawe
key soneyî ser derawî kanî
to ẍunçeyî sûrî bendenanî
gwê bigre emin le to depirsim
karêkî girînge lêy detirsim
ew hobeye mawe bo be xałî?
kwa bêrî û tawił û xezałî?
kwa bizne degeł meř û beranî?
kwa lenceyî tawsî cwanî?
le kwêye xezał xoy û estî?
pênê le çyawe guł be destî
le kwên û ewane bo nemawin
gîraw û cerde lê dirawin?
ya çûnewe cêgeyekî dîke?
ew baseye jin be bo meşî ke
çendê lewe pêş, çî buwêjim?
awam nedîwe boye gêjim
geş bowe xezał lew heware
bew bende û dengî ew sware
deygut ke şwanî bê werare
çon hatuwe bew hemû sware?
gořawe be de’ye û hewaye
ba boyî ḧewa bidem hewaye