«perêşanbûn û ḧał gořanî las be qisey mame pîre»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  665 views
ew pîre be zeyn û pîre awa
bo las elew xezałe ke dwa
deykirdiwe xanî xoyî şeyda
wêy kewtewe lerze lew demeyda
axêkî wehayî xełdekêşa
bendî cigerî degeł dehêşa
çunkîne be awrî xezałe
sûtabû derûnî wek zuxałe
lew katewe kird bûyî mensûr
basî le xezałe şořî meşhûr
ew base le las karîger bû
qinyatî her ew demey le des çû
agayî le xo nebû le tawan
esrînî deřişt ew le çawan
ca pîre lewey ke bû zyatir
deyxiste derûnî las awir
deduwa le kiçî mela û małî
lew dîmene qoze û le xałî