tirs lê peydabûnî şa’îr çunke zemanî şaye û şepke tunde

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  491 views
ey ey çîye? ey fîdaPen name dełêy çî?
to zêř firoşî ya ne çerçî?
çit dawe le małî wirdewałe?
ew kareye tifte, tirş û tałe
xerfawî nefam gêj û wêjî
ew core witane hełdeřêjî?
dêwane witî newest û řařay
bo bas le kurd û hozî azay
to danerî lawkî le lasî
kwa wêjerî lawjî syasî?
meyłê be ziman ew witane
deřwatewe ser elew zimane
medwê legel û le hoz û mêjûy
bidwê le kiçî nebî degeł şûy
des hełgire çawekem le kurdan
bo naçîyewe gundî nawpirdan?
basê le xezałe to degeł las
bixiwênewe ta be ’îşq bê kas
şeydayî weha ke bo xezałê
asûde dił ew nebê le małê
her nesrewî řoj û şew le çołan
řûka le çya û şîw û dołan
bîhêne heta bika şwanî
bo yayî xezałî newciwanî