basî kenaregîrîy eḧmed’aẍa le meznayetîy û dananî las le cêgay xoy

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  497 views
řojê le ’eşîret û le xizman
kořêkî debest eḧmedî xan
kobûnewe gewre xanî meşhûr
besrayewe meclêsî be destûr
kak eḧmede ew kuřey dehêna
deykird be mezne lew şwêne
cêga û ḧemayełî dedaye
laçû ew û kuř debû le kaye
dexurawe le şadyane şerbet
gîrawe le lase şoře ḧurmet
ew care ke ew hełoyî xêłî
her mawe be lawî û ciḧêłî
bê yar demawe lew şwêne
çawî le kiçan hełnehêna
deywîs ke kiçêkî qoz û meşhûr
bixiwazê le yek ’eşîretî dûr
bew bîrewe las ewmawe bê jin
tîrê nebû serdiłî bika kun
deykeynewe las ber kenare
çun nore dwanî basî yare