dayen girtinî eḧmed’aẍa bo lasî

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  645 views
dayen ke le bo kuřey degîra
manganeyî bo biřawe lîre
ta şîrî her ew bida be lasî
ew dayenî bêt û ew binasî
jin wayî dekird kuř be xêwe
şîrî memî dayenî welana
pêy girt û debo weger zimanî
deydawe teşer le qaremanî
katê ke degeyye ḧewt werzî
dinya leber ew kuřey delerzî
wirya û zirîng û tîj bîrê
begzadeyî piř ḧeya û jîrê
çî diłbere ’aşiqî ewî bûn
serberz hemûy milî keçî bûn
bełgey le řeşîdî û kemałî
denwand heta deřoyî sałî
her ew deme babî ew cwane
deygirtewe yek miroyî zana
ta ders be lase şoř bêjî
ew ’umre nebate ser be gêjî
mîrza le şitî deçende cûre
fermûye dersî ew be nore
sistî nedekird kuř le dersan
to werz be bê pişû westan
şew mes’eleyî řeq û girane
deykirdewe dewr ew cwane
her řûyî le bendenî sext kird
lew řêgewe taqî bext kird
herçî hebû ew hemûyî bo fêr
yekdem nebû ger le ’îlim bê têr
ew lasî be bîrubaweř û hoş
deykirdewe meşq bo xetî xoş
bo dêrê be řeng û řûyî tawus
şagridye wî dekird qabûs
zana û be cewher û huner bû
nûsraweyî ’îlmî ew leber bû
wabû be muhendîs û be zana
dedawe le burcî asmana
awazeyî xwêndin û sewadî
derçû le kej û le dê û wadî