daway şa’îr le meygêř bo gwêřagirtin bo beytî las û xezał

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  453 views
meygêře pyałey mey bigêře
ewcar le min gwê bidêre
basêkî ewa dełêm le lasî
ew laweyî ba eto binasî
danîşe birayî ẍem řewênim
mey bêne be baw det dwênim
bîtu serî to bewey ne’êşê
bawêke serinc řadekêşê
řûy dawe le nîştimanî kurdan
lew xawenî gundî naw pirdan
bo bîstinî basî las çen sał
min bûm le dê û şar û ’ewdał
nemdîtwe şayerêkî meşhûr
bidwê ke le las bê kem û kûr
min çûme kin aşna û yaran
demgirtewe řê be řêbwaran
tûşim nedebû wekes kewa bê
bew beyteyî las aşna bê
bew daxewe dax ebû leşî min
bew awre cerg û dił debowe asan
her bo minî cerg û dił be jane
win bo weşeyarî baw zane
kołim nededa le hewłdanê
bo pîrê ke bawekey bizanê
ewca be şew û be řoje suřam
lew barewe min las dedwam
tûşim nedebû be yek beyt wêj
zamî diłim ew bika ke sarêj
tîraweyî cergekem nefewta
her mawe le ruyî sînekem ta
řojêkî emin degeyme pîrê
wişyar û be zeyn û şit le bîrê
řûy tê kidim û gutî le beytan
çî dîy megeřê le kêw û deştan
herçî kewe bit hewê le bawan
bo toyî dełêm emin, be çawan
demgut ke firîşte toyî ey pîr
lew kate ke bome buye desgîr
danîşe be řêz to le kinman
bidwênewe min be baw û beytan
nêwit çye? ba emin bizanim
nêwî tuwe řaḧetî gyanim
deygut ke emin «wisên kenîlemPerson»
serçaweyî lawik û nezîlem
zanîm ke şeyare ew wisêne
demgut were kake damemêne
to deske be las bê le germên
ew gewhere bêne der le xurcîn
babê le kej û çyayî êran
şwanane meřî bida le bêran