wituwêj degeł meygêř û despêkirdin be basî lasî

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  485 views
meygêře diłim le layî lase
bo bênewe mey eto be kase
merdane le kořî êmeda be
bew awe xemî diłim wela be
gomî xemî dił heta be gerwêm
wa piř buwe wexte min bixinkêm
koko buwe derd û ẍem le şanim
ew bare girane natwanim
pêy nawete małekem feqîrî
derkewtuwe lêm řengî pîrî
řîḧaneyî mûme yek yek û dû
lew payzî ’umreda wîşk bû
êsta ke be derd mû sipî bûm
her mawe humêdim û nemirdûm
ger pîrme pîrî bîr řûnim
kwa wek yeke bûnim û nebûnim?
ke bida xeřekî zemane katim
behrem heye bo gel û wiłatim
řîşim kewe ser sipî geřawe
xem derdime wa le mûyî dawe
min pîrî beław û derd û řencim
eyna be temen ciḧêł û gencim
daweł meke lew mwane meygêř
bîgêře be pence ey pelk zêř
bîhêne be kucełe û se’endî
şêrîntire çunke ew le qendî
to ew meye bêne fênk û saf
biřwa le qeraẍî çîmenî maf
bew ئاûەەیە bêye der hełałe
geş bibnewe ẍunçe û gułałe
biřwênê wenewşe ew le baxan
guł bê be dewayî derd û daxan
lew baẍeyeda gułałe wa bê
le xwênî şehîdî gel řwa bê
ew awe le ser řinûyî befran
pel bê le kej û çyayî kurdan
serçawe le nêw diłî geła bê
bew cêgeye biłind û řijdeda bê
bidrê le gełayî herçî guł bê
dermanî ẍem û dewayî dił bê
lew awî jyane ger bikem noş
bê derd debim hemîşe serxoş
nek awî ke bogen û çepeł bê
sergêjî û bêxudî legeł bê
awê kewe derd û řence behrey
nabê bewe to geruyî teř key
awê le ewîn hełqułî bê
şîrazeyî jînî gel bewî bê
bîgêře be cam ya be goze
bew dîmen û hey’etey ke qoze
lew şerbete ger fîda bikey mest
detwanî ke des bika be hełbest