biławbûnewey xeberî kujranî eḧmed’aẍa be des şêr û hatnî nesrîn bo bîşe

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  488 views
lew lawe le gund bû be qawe
kewlawe cwane zig diřawe
kujrawe be şêr ew cwane
kirdûye be goř bîşełane
deybîstewe ew hewałe nesrîn
dey řiştewe her le dîde esrîn
fermûy ke deçim minîş wekû xan
ba şêre hełmidřê le meydan
takû le dwayî ew be zorî
neydiřmewe min be şû, be qořî
řûy kird le bîşe û nizare
neymayewe taqet û qerare
her hat be şîwen û be piř taw
takû degeyşte eḧmedî law
deygut mil û gerdinî şikawe
lew cêgeye boye řakşawe
şêrî ke de be çaw edî kujawe
fermûy kewe şûyî min nemawe
ew yareyî dił kuław û biryan
ço pêş û gutî deba be giryan
biřwanme ew dilêre lêre
bizanim kewe mêye ya ne nêre?
sałêkî debûst ew degeł min
bo pelke kiłokî her nekird kun?
doxînî her ew demey debziwand
be sipayî girêy lew tirazand
eḧmed ke ewey dedî le nesrîn
neykird gułałe sûre ẍemgîn
hestaw û be lêwî piř le xende
řûy kirdewe ew firîşte řende
be diłêkî guşad û bê ẍel û ẍeş
ew şoxeyî girte mêz û baweş
wek mêw le yektirî dehałan
kirdyan dewayî derdî sałan
ger geynewe yektir ew ḧełałe
bo dujmine ẍem kira ḧewałe
ew bejneyî şilke mêw û berzî
kîjołeyî dadena le ’erzî
ger xistye ’erz ew şilêre
boy kird be feřş kewłe şêre
ew kate degeł ewa kebû cût
ełmasî dexsite nêwî yaqût
taqût ke kun kira be destûr
zaxawî dedawe her be kafûr
dêra be tinoke awe bore
lew aweye lase şoř egura
ew kîjeyî řû sipî wekû duř
tulî be kuř ew demey debû piř
çun ew he le jêrî lase dekira
kuř nêwî be las boye denra
ew care be bê ẍem ew hełistan
lew baẍe be pêwe řadewestan
lew bîşeye ger debûne hawřaz
kirdyanewe ew le yek gile û naz
desbazî û pence lê řebadan
peydabû elew cwan û sadan
nesrîn gutî min ke hemdemit bûm
sałêkî be řoj û şew şemit bûm
bo çit nedekird to degeł min?
detkirdewe bo diłim be ẍem kun?