řoyştinî eḧmed’aẍa bo şeřî şêrî yaẍî

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  461 views
paş ew wite espekey kira zîn
ger kewte ser ew deřoyî yek bîn
deybiřyewe çen telan û hełdêr
ta geyye qeraẍî cengełî şêr
deygirt bełed ew demey behane
deygut be serok to bizane
ew bîşe piřey kewa dyare
cê laneyî şêre wa dyare
bimkey be zuxałe ger be agir
nayem lewe gewre xo zyatir
ew hey gut û her lewê geřawe
barîkeyî daye bo dwawe
ço pêş le bêşełanekey pan
perwerdeyî bêşełanî kurdan
bîşey ke dedî biław û zenwêr
serçaweyî pel debû le hełdêr
darî wekû muyî ser řewa bûn
serpopî le yektirî dira bûn
pop û seredarî têk çiřja
wabû ke zemînî neydedî taw
şarêye le bîşeda kişabû
piř pêçe nimûne ejdeha bû
wek mare be pêçke û xware
derkewt le nêwî ew nizare
lew řêgewe řoyî eḧmedî law
ta geyye be kanî û be çomaw
deřjawe le jûrî aw şaran
dedra le guł û gya û daran
lew cêge le xanî derpeřî şêr
boy hate xwarî ew serewjêr
bû girj û le bîşeda neřandî
darî ke le pêş bû şikandî
deykird be nałe û be girme
wew bîşeyî xist qirme qirme
çenbołeyî ew le ’erz edane
kîşayî ziman wek henase
kilkî deleqand her wekû gurz
detgut deřwa çyayî elburz
deydawe çepoke her le hewran
nekşawe hetakû berdemî xan
ew kate hełoyî kurdewarî
neşka le ber ew le ser swarî
řimêkî le sîng eda be giştî
yek bist dehate der le piştî
bew řimbe gyanî şêre derçû
bê hest le bîşe kewte ser řû
ew care ke dabezî be xencer
ew dêweyî kird bê mil û ser
zû ew kuře bałekey dilêre
bê kewłî dekird gułeşêre
dar lasê le bîşeda řuwa bû
ew dareye sewz û piř geła bû
bin sêber û deşt û fênk û goř
wek muyî kiç û jinan pirç şoř
hênayewe kewłe şêre wek şêr
bo cêgeyî piř sefa û zenwêr
kewłî le bin ew direxte řaxist
bê xew bû le banî kewłekey nust