nexşey şêx bo hênanî eḧmed

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  637 views
serpaku kuřî çiř û telanin
xo êwe hemû ewey dezanin
ger şêrê le cengełî medaye
ew şêre le bo xełk bełaye
tirsî heye ẍûlî řeş le terzî
dinyayî le heybetî delerzî
hatûne xwarî mû û yałî
dêwezme le řengî ew denałî
zarî be piřîşke wek tenûre
dey girfe û ne’retey le dûre
wek fîle be ẍîret û be same
wek burce be dîmen û zelame
çun hênde be same şayî pîşe
lew xakeye nakirê çi îşe
ew pîşe ewende na’emîne
bê kêłge û çołe ew zemîne
bałindeye lew mekane bê yał
lew cêye fiřê deda řexiş nał
fermandeyî lêře war çuxrî
lew baze dirinc û dêwe dexurî
namênnewe canewer be saẍî
řûken le nizarî şêre yaẍî
bo çareyî şêr waye bîrim
êweş ke bibin be destigîrim
bo xizmî be cewher û dilêrim
kak eḧmede name ger binêrim
ew lawe ke hat û geyye êre
bew qaqeze karekem be xêre
ca ew deme lêre koł nada
ew şêxeye lew miroyî sade
ew dêweyî min dekem be gijda
ta bełkî be şêre xo be kujda
ger ew kuře lew şeřey bikujrê
ew kîje be şûyî dîke dedrê
ger hatewe der milî le tepke
bew aske nakirê çi etke
ew care ke ew be řûyî sûre
nabêtewe lew wiłate dûre
bo ême debê be şoře kaban
hoşî heyetê dega le daban