tegbîrî şêx degeł pîranî hoz bo kuştinî eḧmed’aẍa

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  444 views
ew řêwye kewte pîrî fêłe
bo kuştinî ew seroke xêłe
çen pîrî emînî bo wit û wêj
hênaye wetaẍ bû be řawêj
bew haneyî gut le karî nesrîn
damawim û boye bûme ẍemgîn
perwaneyî xanî bałekane
ew xakeyî her leser zimane
naga kiçekem be awetî dił
ta termekey ew neçête bin gił
pêw başe bikûjim ew be fêłan?
min bîkeme pend bo ciḧêłan?
ya eḧmedî law her bimênê?
bend bendî řegî diłim derênî
gutyan ke gelê pesende qurban
bîbey ke le beyn xo be mekiran
herkes tełekey bika le dujmin
deyxate le goř û gił serewbin