perêşanbûnî şêx lew řûdawe
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
2 minutes
584 views
ke gwêy lew ew cinêw û base
bû, şêxe le ber pejare tasa
çarey nedemawe kewte tegbîr
hênayewe ’uzre bo jiney pîr
deygut ke bibure to le tawan
le sitoyî mine xeta û tawan
esto keçim herçî to bifermûy
barîke milim bizane wek mûy
çîdî mebe abřûyî ême
cergim be zuxaw piř le kême
êsta ke hera be kełk naye
des hełgire lew hera heraye
sozî ke kiłokî zerde pişkût
gułẍunçeyî zerd pelke engût
to řêkewe be sye şîwen û şîn
sistî meke ta degey be nesrîn
ger lew kiçe şoxe buye mîhman
pirsê bike to be eḧmedî xan
nesrînî ke kirde çepkeguł bot
bîhênewe zû eto degeł xot
ew care ke kewte ber desî xom
ba neştewe min leser diłî tom
nesrîn ke nełê be xan řazîm
nî nî çi tełaq û mare qazîm
ger hat û le bałeka tiraza
min dîdeme marfî biraza
lawêke ne wirgin û ne qoře
lêw gewre û awejû û şoře
’eybî çîye naḧezî le lawan
cwanî çîye bo berey pyawan?
çûn ew kuře gewreyî birame
meclîs nişîne her le lame
şaysteye ger bibê be zawam
wek nokere xo hemîşe le dwam