giryanî xatûn be dîtnî namey nesrînî
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
3 minutes
780 views
xatûne le name û le basî
ḧałî ke debû kesî nenasî
bêhoş û dirêj ebû kelakî
deyřnîyewe mûyî potelakî
ew dayîke cerg piř birîne
awayî le bo dekird be şîne
nesrîne gułałekey cwanim
taqane kułukî bende nanim
fêk kerewey dił û gyanim
serçaweyî xoşî û jyanim
bimirim be ẍemane to nexoşî
wa tałîy nobetê denoşî
ew řo ke eto ke derdedarî
kewtûye wełatî kurdewarî
hey řo nîye kes kewa ẍemî to
bixiwat, û bibê be hemdemî to
kê nazî to lew demey dekêşê?
dekuşê serî pence ta nehêşê
bê komek û bê pena le małan
her sûke ewey ke çû be tałan
ew şo, şewe kazîwey beyanî
wa dîm, ke şêx pêy nezanî
ger be wirî beyan bê le ser řêm
bew kezye û mûy to qesem, dîm
girya be hezir nuke nuke
deykird le şuyî xoy, tûke
deygut ke le ser kiçêkî dome
nesrînî dexsite aw û gume
hey hey le ber ew ḧeyaw û şerme
bazařî syayî şêx, germe
kobûnewe jin le xan qatî?
ẍeyrî kiçe řişkiney xeratî
řoj û şew her le pał ewîda
wek lêreye ew diłey wewîda
lêy megrewe lew seroke lome
ger şuyî xerate ya ne dome
lew şêxe mubarek ew kiçołe
ew gêje giřołe ew şiřołe
sindûq deka piř ew le zêřî
çun xerte ebew jiney degêřî
bo ew şuwe deçête dê û kołan
dênêtewe nane řeq be kołan
cadûgere ew çetîwe peyte
mekirawî û fêłebaze ḧeyte
serşîne be giştek û be cadû
zîndûyî be fû deka be mirdû
birdûyetî şêx kewa le biste
naka le kin ew çetîwe wiste
carê le kin ew kiçey biłê lel
mistî le dem her degate çil çel
çibkem min elew jiney ke sûke?
kwa karîye lew, cinêw û tûke?
wey wey le hewayî bûke sûrê
danîştuwe xanim wa le jûrê
fermander her leser çetîwan
dił xoşkere bo hetîw metîwan
êstake deka le ême fêłan
taqane kiłoke bo ciḧêłan
xatûne řiqî le boye lê bû
beybûne degeł ewa hewê bû
lew laweye ew hewêy bê sûç
deybîst ke ew witey piř û pûç
bê deng milî dena le giryan
deykirdewe dił be şîn derman
jin ta debřa ser û sedayî
lêyda le dehołî bê ḧeyayî
her hênde cinêwî pê deda, ta
bê taqet û hêz ebû, dewesta
kobûnewe ’alemê leser ban
bo bîstînî beyt û baw le jinan
yek pê dekenî, yekê be tane
lew şêxe dwa be sed zimane
dedwawe hemû xełk le karî
lew kareyî çewt û nalebarî