bîrkirdinewey eḧmed’aẍa le qisekanî beybûn
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
1 minutes
635 views
xan ew deme bew witane zanî
hełnagrê des le dû kuřanî
mindał ke çukełe û cwane
xoşî diłe awe bo jyane
ew mîweye çun le ber diłane
bo daykî laberî ẍemane
dayk guzeranî ger bibê tał
pêy xoşe sebaretî be mindał
zanî kewe řû le pendî beybûn
ew kate neka debê be mecnûn
her ew deme bê neşew demaẍe
řûy kird le tawus eḧmed’aẍa
deygut gułe çun dewayî zamî
ta hem le xeyałda le lamî
’îşqit be cwê le sîng degirim
nexşî diłe ta demê ke demirim
xo lêwe dyare mişterî çîm
çibkem? nîye çare ẍeyrî teslîm
herçî ke eto be min bifermûy
barîke milim le bowe wek mûy