wełamî beybûn

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 3 minutes  557 views
beybûne be nałe û be şîwen
fermûy ke le şêx dû kuřim hen
ewro ke be kełkî to nemawim
bermaweyî ew segey giławim
ew kare eger bikem dezanim
demirin beẍem ew kuřey cwanim
bê dayke jînî wane tałe
bo bêne milî min ew webałe?
ladey ke le ’îşqî min diłî xot
tegbîr le layetir dekem bot
qołit ke le bîrekem werênî
bê weř hemî to heta demênî
ew kîjeye camekey ke zêře
deşwa cil û bergî peşme lêre
kewbařeyî cakî ’arebane
wek řoje be şewkete cwane
kîjêke teqane ew le bo şêx
wek awî jyane ew le bo şêx
begzade û xanî her wiłatê
le kin ew kiçe kemtirin le latê
xo tamezrone ger nihênî
kiç lût bewaneda bihênî
hîç katê ewane nadwênî
wek şûşeye řîzî naşkênî
kem kes heye lew kiçey hełengiwê
negrêtewe giř be rûyî pulwê
çûn nask û şox û nazenîne
pişkoyî le nêw diła be tîne
tendûrî ewînî ew kenîşke
dawêtewe bo xełk pirîşke
lew kîje eger bibî be kiřyar
des degrî be zulfekanî ewcar
bikuşî ke le sînekey memey bey
řû nakeye ’îşqî min heta hey
mamanî ke çawe mestekey dîn
lew katewe nêwî na be nesrîn
nesrîn ebew kiçołe şenge
neymawe le baẍ bûn û řenge
çî dîkeye meřêje bome esrîn
beybûn debê bidey be nesrîn
to tazeyî bêne labe kone
jengaweye kewne mis be sone
ger mis bişkê debê wegořê
biřwa ew û taze bê le gořê
herkes ke ewey neka dyare
bê fikir û mişûre ya nedare
sîpał ke ḧez dekey nwê bê
hersałe deba şiřey cwê bê
mawêkî ke mawe sêw û xirçe
řeng zerd û řizîw û tiłx û çirçe
goştî nekuławe ger wemênê
sed řenc û beławe derd dênê
lîmo û şemame ger guşabin
bê kełkin û bo demaẍ nabin
kê zîreke řû deka le sewda
nek ew kese řoj û şew le xewda
dił nûstuwe bêbeşe le xoşî
pêy xoşe hemîşe konepoşê
mu nerme le ḧandî kone ḧîze
mil bor û dizêwe bote dîze
nabêtewe ta be ḧeşre wişyar
nabê le bełayî kone řizgar
şukirane bijêre çun be kone
danîştuwe řû dizîw û mone
şew pateye bo ebed beşî ew
serd û siře kîtełey řeşî ew
ew kîjeye ger bibê esîrit
beybûn çye? herdeçê lebîrit
to bîxełetêne řûy têke
dawayî pyałe awî lê ke
bo êwe dełêm ke awî bênî
bew merce be tołe bîřfênî
ẍarî deye bîřfêne wek şêr
ba pê be le řijd û kêw û hełdêr