basî le ewřeḧman paşay bebe
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
1 minutes
764 views
sofî ke le xakî bałekan bû
ew kate ḧikûmetî beban bû
şêrî bebe pêşewayî kurdan
paşayî be same awřeḧman
ew dem le kejî qełaçwalan
deygirt le řomyane tałan
şayê be qeła û barega bû
serkirdeyî qoşen û supa bû
leşkir le pyade û sware
ew bûyî heta be çil hezare
fermande û çaw sûrî kurdan
nêwî debrawe wek suleyman
ew gewre û şayî şarezûrê
řojê nedebînra le jûrê
ya řûyî le řawe ya le şeř bû
’aşiq be kej û çya û der bû
basê le şeřan û řawekanî
kirdûye hełoyî berdeşanî