basî ledaykibûnî eḧmed aẍay kuřî mîrsofî

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  587 views
sofî ke le gundî nawpirdan
hestênerî bac bû le kurdan
yek dane jinî hebû cwan bû
begzade be nêwî şazeman bû
her bew jine bû zemane tane
deyda le hemû kiç û jinane
ew şa jine çunke piř ḧeya bû
wek xor le ser zemane şa bû
xanim kewe neybû ax û tofî
tolî piř ebû le mîre sofî
katê ke zigî be jane dana
ew bûyewe yek kuřî cwana
kuř her wekû topeguł pitew bû
wek beçkeyî şêr bû qełew bû
ew řoje le jûrî dîwexanî
mizgênî kuřî dira be xanî
bew base emîr ebuwe diłşad
çun neybû le şazemane ’ewlad
deygirt xeber der ew le zêřan
deydaye dirawe piř be têřan
destûrî dedawe bo zemawend
ew kate be noker û be pêwend
ta ḧew şew û řoje bû be loẍan
dedrawe be xełkî qawe û nan
le dwaye be xoşîy û demaẍe
kuř nêwî nira be eḧmed aẍa
ger gewre debû, le memke bowe
pêy girt û hełî deda le xowe
sałî temenî ke geyye ḧewtî
pîr ew bû be bîruřa û řewtî
wa zîrek û jîr ebû ke zana
neybû le kin ew kuřey zimane