şerḧî nexoşî: nexoşî dûhem

From the Book:
Xezney Cewahêr
By:
Ahmad Qazi penjwini (1920-1983)
 3 minutes  532 views
bo eweş ełê min xawen biřwam
’eqîdey heye be hemû eḧkam
emma ’elaqem be ta’et keme
peywendim legeł dinya meḧkeme
perdaxî mîsał ḧazir kirawe
şerbetî şîfay bo têkirawe
bełam wa çake pêş ewe kewa
parêz bikat û dewakey bixiwa
ebê bizanê ew nexoşîye
ke ew heyetî xeterî çîye
ewane kewa beyanman kirdin
bo mîsał nawî hendêkman birdin
her yekê řawçî ’îşqî kesêke
dawî ’elaqey qaç û desêke
witman le herçê zerfê piř bikirê
meḧałe îtir şitî tir bigrê
xo wacbîşe lew wexteda gyan
der’eçê diłman piř bê le îman
řeza be qezay xuday bêçûn bîn
nek le ẍemî jîn le des derçû bîn
ger dił lew wexta le řoḧ cya ebêto
le xwawe bo lay dinya lakato
«اعازنااللهArabic» ser berew xware
nizîk le terdî xuday cebbare
bełam ewane ke bextyarin
bo îta’ey ḧeq fermanberdarin
lêyan me’lûme lêre mîwanin
ḧeqî mîwanî zerîf ezanin
ezanin eger herkesê tawê
le cêye bû be mîwanî pyawê
małî xanexwê ba tewaw xoş bê
puxt û řazawe û piř ’eyş û noş bê
çon lêy yeqîne herçend danîşê
bo řoyîn pebê zeḧmet bikêşê
îtir ’elaqey legeł ew małe
belawe şêtî û fikirê betałe
ke małekeşî bo becê bêłê
ḧewşekey hemû be şukir ekêłê
çak em derseyan řewan kirduwe
nimrey necaḧyan tewaw birduwe
baş edûrin leber giłopî biřwa
be derzîy ’emeł lîbasî teqwa
wefqî destûrî xuday «zwalmininArabic»
teqala eden be řoḧ û beden
kesbî muḧîbbet xudayan eken
ta be serberzî biçnewe weten
ewane bê şik hemîşe diłyan
keyle le ḧubbî me’bûdî xoyan
le «welew terî ayzî almucrîmûnArabic
نەاکیسûû ru’usîhîmArabic» beder bûn
mucrîm me’lûme ser danewawe
wa le jêr barî qursî xetawe
dił wekû zerfe ta řûy le xwa bê
piře û nařjê û serewjêr nabê
dinya çûn denî û fanî û bê xêre
diłê řûy lew bê ser berewjêre
boye wa mucrîm be nessî kitab
serdanewawe le řojî ḧîsab
mucrîme ewe katî řoḧ derçûn
dił mubtela bê be ẍeyrî bêçûn
kewabû herkes be çi şitêkewe
peywendî bibê û bijîn pêkewe
xewîş bibînê legeł ewaye
ḧedîse mirdin bo xew biraye
ger xwa nexwaste herkesê wabê
meḧebbetî her legeł dunya bê
îrtibat legeł xuday xoy bibřê
be kullî perdey me’sîyet bidřê
zeḧmete katê řoḧ teslîm ekat
gewherî lalay se’adet bibat
bełkû be derdî xwarî dûçare
ke řûy le xware ser berew xware
řaste fermûde xway «zwalmininArabic»
mał û minałtan bo êwe fîtnen
xuda be ḧeqqî ’îzzetî şahît
be xezney řeḧmî lamutenahît
be îsmî e’zem be esmay ḧusnat
be sîfatî zat pakî bê hemat
be cahî sîřřî sîney mustefa
be enwarî dił erbabî sefa
le demî nezi’ û derçûnî gyanim
nekujêtewe çiray îmanim
be îmanî piř meḧebbetewe
be şewqî wesłî leqay xotewe
be lutif û řeḧmet be sehil û asan
cya bikeytewe le bidenma gyan
be meḧiz fezîlet le řojî meḧşer
ḧîfzim ke le gişt hewł û weyl û şeř
bimxere ehlî se’adet
wihb lî alḧisnî mi’ alzyadةArabic