beyanî deway nexoşî terdîd

From the Book:
Xezney Cewahêr
By:
Ahmad Qazi penjwini (1920-1983)
 3 minutes  533 views
bo ewey kewa xestey terdîde
le diłya kize nûrî ’eqîde
abem mîsale ba ’îbret bigrê
newa kutûpiř bew derde bimrê
şexsêkî birsî çuwewe bo mał
kesî tya nebû ẍeyrî yek mindał
bînî ke yek zerf piř le te’ame
te’amî zerîf xoş bon û tame
îştîhay nefsî ẍełebey lê kird
çuwe pêşewe destî lebo kird
le piř ew tifłe bangî kird mexo
xwardinî ewe zerere bo to
witî bo witî êste ke yek mar
hat serî têna piřî kird le jar
ca qet wehmî kes bo ewe eřwa
ew şexse îtir lew nane bixiwa
nefis ḧebsî eka bew birsêtîye
ełê lem çêşte çeştin şêtîye
herçend ke qisey namu’tebere
bełam bo jînim cêgey xetere
diro k zerer her nexwardinme
eger řastîş ka tirsî mirdine
ey xo yeksed û bîst û çwar hezar
pêẍember hemû řast qise û guftar
ke bo dujminyan me’lûm bû eme
medḧî exlaqyan ta bikey keme
le me’rîfeta beḧrê bûn bê pey
le kemałata kes pêyan negey
hemû fermûyan xuday te’ala
muḧasebey xelq eka lemewla
şik nîye ke dêt sa’etî destûr
be we’dey «aza nifix fî alsurArabic»
naqur ke seday îḧya hełbênê
mirdû le qebra řa’epeřênê
ca her kes wefqî destûratî ew
necûłabêto be řoj û be şew
ya be qanûnî ew nařazî bê
le îşî xoya her xoy qazî bê
le naw ew cem’a řûyan řeş eka
’ezabî sextyan bo beş beş eka
pena be lutifit egirim îlahî
le hewłî ḧeşir û le řûsyahî
teslîmyan eken be zebanîye
ke hîç wek ewan ẍezebnak nîye
le qehir û ẍezeb dirûst kirawin
bo ’ezabî sext tertîb dirawin
yek zeřře řeḧmyan neçuwe be lada
xuda be řeḧmet lewanman lada
řûgirj û ’ebûs hemû řiq estûr
heykeł û qewî û le tereḧḧum dûr
me’mûrî ’îqab ezyet û êşin
nawçawyan egirin řayan ekêşin
teslîmyan eken be destî malk
ře’îsî te’zîb tebeqey halk
ewîş eyanda be dest me’mûro
be qehir û boyan neçin le dûro
eyanxene naw qe’rî cehennem
ḧebsixaney piř le êş û elem
ke têyan exen deste be deste
ne’rete pêko eka biłêse
agir le daxî eşqyay bê feyz
«تەکەادû temeyّezu mîn alẍeyzîArabic»
me’mûrî dozex cesûr û qaym
’ezabyan leser zyad eken daym
ewanîş hemû «kirîh alminzirArabic»
bê řeḧim û besam nîhayet beder
wayan wesif eka «xalq ali’badArabic»
«mila’kih ẍilaz şidadArabic»
ḧałî emane ebed wehaye
ebedîş me’nay «bila nihayhArabic»
meselen beynî zewî û asman
piř key le herzen ya le dařûcan
teyrêkîş bibê her be hezar sał
yek denkî bixiwa be ferzî meḧał
’aqîbet hemû ebrêtewe
ebed herwek xoy emênêtewe
ca beqed qisey minałê tenya
baweřit nîye bew gişt enbya
deba dest berdar le xirape bî
neba dûçarî ew ’ezabe bî