dermanî nexoşî: nexoşî dûhem

From the Book:
Xezney Cewahêr
By:
Ahmad Qazi penjwini (1920-1983)
 4 minutes  612 views
wa zerîf zanît a bem beyane
derdit çi xeter çende girane
le pyałey temsîl înca dermane
noşî ’îbret ke bo şifay gyanit
pyawêkî zana ’aqił û edîb
nexoş kewt hełsa çû bolay tebîb
paş mu’ayne û teşxîsî derdî
řûtî kird duktur pêy wit be wirdî
eger sîḧetit ewê ta dû sał
ebê negeřêy danîşî le mał
awî sard nabê le demit kewê
em mudde eger necatit ewê
řojê sê def’eyş em awe tałe
ebê bixoyto ta em dû sałe
zeḧmete eger baweř ka qusûr
bika ew mudde le ’eynî destûr
bê şik bo ewe de sałê nemrê
dû sał bu sîḧet parêz řa’egrê
ey to nazanî çî ełê qur’an
derḧeq be ehlî qusûr û ’îsyan
çend daray êş û elem û derdin
ebed bew no’e henase serdin
xo têgeyştî ke ebed kame
ke çend be tûl û saḧêb dewame
ya ehlî teqwa ewanîş giştî
xoş noş û dił xoş dayîm beheştî
ne beła netirs ne derd û mîḧnet
ne ẍemî derçûn hergîz le cennet
ne qezay ḧacet ne çiłim û bełẍem
ne bêtaqetî ne pîrî ne ẍem
enwa’î mîwe et’eme û nê’met
her kat bitewê ḧazir bê zeḧmet
her sewze baẍê saze menaxî
xoşe menzerey koşk û ewtaẍî
legeł ’eyela be ’eyş û sirûr
enoşin badey şiraba tihur
be’zê qusûrî le zîw le zeř
be’zê le duřiř û liؤliؤ û gewher
feřşî ḧerîr û etrafî gułzar
«cinat ticrî tiḧtiha alanharArabic»
xakîşî hemû mîsk û ’ebîre
sen’etî xuday gewre û qedîre
hemûxoşḧał û dem be pêkenîn
«’ilî surir mutqablînArabic»
esnafî lîbas taze û faxre
jinanî letîf cwan û bakire
te’rîfyan leme çaktir nabînî
«kamsal alilؤliؤ alimkinunîArabic»
feza xoş nesîm le ’etir û boyan
hemû ’aşiqin be mêrdî xoyan
xoştir le hemû lezzatî ne’îm
«silam qula min rib alirḧîmArabic»
’ebdûłła kurî îmamî ’ebbas
’ilmî esḧab ’alî û xudanas
fermûye beheşt cêyekî waye
tecemmulatî le te’rîf naye
ewey ke qur’an nawî birduwe
nî’metî yek yek beyan kirduwe
wek tirê û henar herçî tir heye
ẍerez bo fehmî ’eqłî êmeye
werne ewaney mêwey cennetin
legeł hî dinya zor bê nisbetin
esasyatî hemû mukemmel
baẍ û çamaw wiqesrî mucellel
çem û çen û çyay diłgîre
coy le şehd û aw şerab û şîre
xals le řeḧmet dirust kirawin
bo zumrey eḧbab tertîb dirawin
kafir çun dujmin xuday eqdese
lew cê kelebçey ye’sî le dese
bełam çun dunya fena me’ale
cêgey derd û ẍem beła û melale
lay xuda ewne bê ehemîyete
kafrî têda xawen serwete
her waye çunke qewlî řesûle
eger beqed yek bałe mêşûle
qedrî bibwaye dinya lay xuda
be kafir qumê awî ne’eda
emma çun beheşt ’alî meqame
bew xoşîşewe saḧêb dewame
ye’nî qudret û ’îlmî îlahî
ke nameḧdûde û namutenahî
be şîrîntirîn şêwe le řeḧmet
hênaye wicûd esasî cennet
me’lûm her cêgey dostî xoyetî
kafir le dozex řołeřoyetî
ca ke to biřwat heye bemane
tefekkur leme yekem dermane
parêzî dû sał bo de sał ḧeyat
zore ya de sał bo ebed lelat
ya xoşî de sał ’umirit menzûre
ya ebed ew gişt baẍ û qusûre
êşî nexoşît lela zyatre
ya çûnî naw ew giř û agire
biřwa û bê bakî ta em destûre
key le řewştî ehlî şu’ûre