medḧî şêx kemał

texmîsî emîn şinoyî le ser şê’rî qazî xizrî
From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 2 minutes  814 views
sa’îlî dergahî tom ey me’denî feyz û necat
tey dekem çoł û byaban, tałbî awî ḧeyat
xo dezanî min feqîrim musteḧeqqim bo zekat
yarî şatir be legeł min çun be îxlas hatme lat
yarî xatrînim be qurban bimke jêr endazî pat
bulbulim ’aşiq be guł bûme giriftarî qefes
dîtnî gułzar û gułşen wa dekem dayîm hewes
yadgarî pîrî nehrî hadîy feryadřes
gerçî şa şertî nekirdibû zyorî la ḧepsî nefes
min be zîkirî tome şaẍił namewê awî ḧeyat
derdî ’îşqî to le bo min wek enîs û hemdeme
bonî xakî merqedî to bo birînim merheme
şar û nerzîwê le bo min beytî xwên û mateme
gerçî ẍurbet bo ’ezîzanî weten derd û xeme
min ke ḧubbî tom hebêtin namewê ehlî wiłat
rewşenayî her dû çawim nûrî bînakem etoy
diłistan û diłřubayî qelbî şeydakem etoy
hîmmetêkim bo bike qurban ke mewlakem etoy
ya kemałeddîn kemałî dîn û dunyakem etoy
bo kemałî neqsî dînim řehberî yewmûlmemat
sikkeyî qelb û řewacim carekî seřřaf bike
baqrî camî wicûdim wek bilûrê saf bike
seyqelêkî pêdewê qurban were eltaf bike
çun xuda fermûy «filatnihir» etoş însaf bike
sa’îlim bo cennetî lutifit were bimke xełat
her wekû qeqnes be narî ’îşqî toye min dejîm
ḧubbî ewřoke nîye îxlasêkî kone û qedîm
xo meḧek deyzanê qelbe ya řewace, zêř û sîm
awêney qelbit le pêş çawit be eltafî ḧemîm
řagre û binwaře ta bîzanî min çonim le lat
min dezanim ey diłî min to çi karit xwahîşe
dîdeyî giryan û qelbî bê qerarit xwahîşe
wek emînPen namey teşne, awî xoş gewarit xwahîşe
çun be dił nerzîweyî eltafî yarit xwahîşe
mesłeḧet waye le bo xot dabnîşî łał û mat