wesfî xanedanî şêx kemał

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 2 minutes  718 views
ger suḧbetî şîrînî to, min dênme xeyałim
wek ney le birînî konî cergî xo denałim
ew sałe çi qewmawe ke meḧrûmî wîsalim
’alem be to diłşad û emin dûr le cemałim
her bextî bedî xome weha bote zewałim
me’wayî gułî min le cîhandarî sefaye
cêy zîkir û munacat û fyûzat û du’aye
me’lûme be xořay diłî min nesûtaye
perwane eger ’aşiqî dîdarî çiraye
min ’aşiqî nûrî ruxî ferzendî celalim
mirdim şew û řoj hênde bikêşim ẍemî dûrî
şûta diłî zarim le teb û tabî sebûrî
îzharî ẍemim men’ deka şermî ḧizûrî
ey bulbul eto ’aşiqî řûyî gułî sûrî
min ’aşiqî řûyî gułî ewladî kemałim
’alem hemû pêy zanî be esrarî nehanim
min ’aşiqî bałayî wekû serwî řewanim
şeydayî guł û ’arzî mecbûbî zemanim
mecrûḧ be tîrî mujeyî çawî cwanim
sergeşte û ḧeyranî dû ebroyî hîlalim
seyyad ’eceb bûme be dawî to giriftar
takey to esîrî xo dekey hênde birîndar
meḧbûsim û yexsîrim û mecrûḧim û bîmar
ey canî emînPen namet be fîda yarî wefadar
luqmanî ḧekîmî bike çarêkî le ḧałim