wesfî şêx ’ela’edîn xelanî kuřî şêx celal

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 2 minutes  780 views
etoy ew seyîdey ’alî neseb pîrî cewanî min
etoy şehzadîy hadî neseb şahî xelanî min
etoy ḧacî ’ela’edîn leqeb şêxî zemanî min
etoy ew xoşřûyî puř xendeleb şîrîn zimanî min
fîdayî lefzî xoşt bê ser û ewlad û gyanî min
le dunya ey gułî yekta eger darulsefa cête
le ḧeşrê, cennetûlme’wa be řuḧmî ḧeq leser řête
ewey munkîr be to bê, bê şi’ûr û cahîl û şête
eto luqmanî derdanî dewa û dermanêkî pête
bide rencûr û bîmaran ḧekîmî ḧałzanî min
’ewam û cahîlî wek min, be zahîr her etoy dîwe
ewey kamîl nebê ya xoy nenasê toy nenasîwe
le pêşî kîmyay hîmmet ke asin her wekû zîwe
nezer ke sa’îlî dergat gelê bê nan û bê şîwe
le xwanî feyzî xot qurban bide luqmêk nîşanî min
zelîlî nefsî emmare û esîrî dawî şeytanim
gunehkar û giranbar û giriftar û perêşanim
ke řûm be derkî to hêna le kirdey xom peşîmanim
eto bî merqedî şêx hadîyedîn, bîke dermanim
nexoşî derdî ’usyanim tebîbî mêhrebanî min
le hîcranî gułî řûyet wekû bulbul be hawarim
feqîrêkî şinoLocationyîme, emînPen namey bêkes û karim
be tîrî ’îşqî to sułtan ’ela’eddîn birîndarim
ne tenha her le dunyayê be damî to giriftarim
de jêr xakîş heta deřzê wicûdî natewanî min