karwanî yar

From the Book:
Karwanî Yar
By:
Jalal madhat khoshnaw (1934-1998)
 2 minutes  568 views
be girmey hewrî beharim
le newrozim
perde le gwêçke edřênim
be şwarkî şilkî birûske
leřêy hozim
estêre da’eweşênim!
biřjête naw gomêkî meng
le şewezeng
biçespê wekû çeqeberd
takû yarim
be piştye baweřî bêgerd
le serya ew pê û em pêyka
dyarî řêyka
lenaw em kołane teske
kepřî tûtřikî keske
dûr û dirêj û bêsnûr
heta asoy şebeqî sûr
biřwa beguř bo herewez
çust û nebez
bo beşdarî le şakarê
hełgirtinî sengî yarê
bijarkirdinî nařêka
be carêka
diřkî zyan û darucan
le xermanî bûkî jyan!
begim, bezim
biçeqênê hezaran řim
leser nûkî her yekêka
bilerêtin beydaxêka
endam let ka
xiřan şet ka
deyan pet ka
derzî le birînan řet ka
tîmar şîne xefet ka
telar dirust ka le êsqan
bo parêzî nirxî însan!
birûske ekutme naw xak
qûł bîr ekem
her de gasin
asin, asin
le berdî zeyta gîr ekem
lêşawî řeş
ximxaney hoş
epestime naw birînî beş
hîy ew diřke
ew co biřke
heta heta bibête mak
le řûy napak!
lênageřêm
ger bibîte kospî ser řêm
eyxeme bin
peřî cencer
řim û xencer
bîka encin
encin, encin
wek marî kuştey destî jin!
bo xom hezaran estunde
her lew bende
eçeqênim
poła, poła
dim naqoła
lebnî derya xoy gîr ka
dûlkey legeł asman şeř ka
qînim le gerdûn derdênim
ser ekutme dîwarî řeq
lew berîkey enwarim zeq
wêney sêberî yar egirim!
her bew řenge
her lew cenge
egirim, ebiřim
ekutim, ediřim!
legeł řimbazê saye deq
betaw eřnim xestî şebeq
bo ałay bûkênîy yarim
newbeharim ke le espî asin swarim
xerîk xwarkirdinî xwarim!
legeł yarim
wa enuřam!
bo mîlletêkî azad û...
nîştimanêkî bextyarim!