xanzad

From the Book:
Karwanî Yar
By:
Jalal madhat khoshnaw (1934-1998)
 2 minutes  602 views
migêzî bax û řez ekem
wa ḧez ekem
pencem cote darî bigrî
dîdem şebeq bikirî, bigrî!
çawim biçnî, des tom bika
herdû werdêka şom bika
le damêna
deryay dirextî xawêna
her hîç şepolî şom neka
her lew wexte
eřnim şexte
le lûtkey ew şaxe sexte
le katêka
le dû likey dar
kirmoçe kar
leng bika zar û patêka
qajûy gułzar biřetênê
başuke helxełetênê
bo şalûrê
awaz bidřînê bilûrî!
xozgem we ba
destim le xanzad gîr biba
carêkî tir nadořênim
nakulênmewe birînim
ba řeşeba
legeł gařanî pa şikaw
le gerdûna
wek geładarî hełtekaw
hîy zeytûna
be guř be serma biçořê
be dujminane binorê
lênageřêm berdê teř bê
ke bom feř bê
çîlke betaw řepêş ekem
sařêjî derd û êş ekem
pêş kêş ekem!
ba bête kar
papořî asmanî behar
birûskedar
her çî bika
nakem tika
ger temoxî çîle řiftin
guł le baxana bişkiftin
be hoy hewrê
hêzî bewrê
le kospê xom ḧeşar edem
le norîngê
bo qułîngê
wek pilîngê
gurc der’epeřênim sîngê!
çon řwar řaz dîdar edem
her ẍar edem
gizrey agirdan coş ekem
xoş xoş ekem
heł’ebezim
lenaw řezim
ke nabezim!
ba çepke guł le custema
hîy baxî zułim û sitema
hawar bika
behar bika
sikała û řazî yar bika
geş bêtewe
honrawe bihonêtewe
derdî jyan
bika pexşan
bo xatrî dû çawî leylê
ekem meylê!
mitûy çepke guł xełatim
hogrî aftawhełatim
bo wiłatim,
bo wiłatim!