binegey şwankarî

operêtêkî yarî minałaneye
From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 8 minutes  677 views
tabloy yekem
(dê yekî wişk û bi’ awe.. sê çwar minał ’use û şêre, řeşe, berçaw dekewn)
dengê: (le sîley qebran haware
dadga bimda le sêdare
dananêm min meylî ew yare
wergeřê bałat hay bîbînim
ba derçê ruḧî şîrînim
’aşiqan le dûrewe dyarin
řeng zerd û lêw bebarin
men’yan meken xawen yarin)
’use: «beřakirdin dête gořepanî dê be awazewe eme dełê»
here leqe here leqe
peřim wek ḧacî leq leqe
herçî nayetin bo geman
le mał beşî şap û şeqe
şêre: (minałêke ser derdeka)
zerde xor hêşta her mawe
zigî birsî kiz û xawe
ba tarîkî qînî biřjê
şemşeme kwêr hełsê û bifřê
bo kel bo kel
minał kuř gel
beřûy beyanî hełdegjê
řeşe:
hatim hatim
nûrdye nanî xom dênim û
’use, ’use zû le latim
ziřbawkî mał
xoy demnêrê bo naw minał
here leqe, here leqe
bem êware, çawim zeqe
le êwe bê hezar siław
danû dexon, yaxo piław
’use:
danû, danû
menceł dexeyne ser agir
giř dekeynewe ser le nû
şêre:
debê pêkî minîş biken
herçende zorim xwarduwe
pirsî bawkim nekirduwe
ta xewm dê
estêretan bo dejmêrim
be gurg û řêwî despêrim
řeşe:
de danîşin.. kuřgel hatin
(komełeyek dên)
bełam eger…
kuřî aẍe legeł dabê
tamî nabê
ferhad: pertey lêken.. xotan bigirin
be fêł be şeq.. derî dekeyn
ta yarîyekanman ser degirin
’use:
ew begzade
her xoy naye..
zorîş řiqî le ferhade
bełam ta wekû boy bikirê
yarîyekeman lê têk deda
zor wirya bin
carê kes cwênî pê neda
şêre: (kuř kwêxaye û dewłemende)
minałîne dił řeq mebin
lenawexo.. fêrî lêdanî şeq mebin
(hemû ko debnewe)
hemû:
yarî emcareman cyaye
kuřî hejaranî tyaye
her mindałê têkełman bê
debê mercî gemey emşew
bikate koł le gełman bê
řeşe:
danû danû
giř dekeynewe serlenû
(dest û pêyan dirêj deken)
ferhad:
ḧilul bilûl tekame
zerd û sûr û şemame
’eyşê bawan..
le xoşnawan
degrê çawan
çawî begu..
pêm têhełçû..
hełgire… etu
’use:
(şêre têkewt lew yarîye)
şêre.. şêre
paşkoy dimor be to fêre
to xewt dê
ta beyanî nageyte cê
ferhad:
pałdim bestim..
ger neçyewe.. bo kwê biřoy
her detbestim
řeşe:
de destî çeptan hełbiřn
ey ewaney fêrî giřn
hemû:
here leqe here leqe
çawî birînim zor zeqe
herçî nayetin bo geman
lewê beşî şap û şeqe
(kemê westan)
yarî emcareman cyaye
dahatûy hejaranî tyaye
rawî gurgî ber binare
tirsinok û temeł dyare
(kemê westan)
deřoyn berew qutabxane
ke ewê serçawey nane
xwêndewarî û zanistî nû
giře bo mencełî danû
 
=tabloy duwem
(geřekêkî şare minałî cutyare derkirawekanî gundanî tya debîndirêt, řêbaz, heryar, şaswar, şořş, ’use, řeşe, ferhad)
temî zwêrî gundekan
le çaławêkî kundełana
aẍe û çeqeł
xwênî çîne řanyan dexward
le qersîlî deşt û doła
beba hatin.. wek dêłe seg
řayan debward
koçî cutyar...
bargey naye espî awat
bo şar hatin.. bûne karger
ta çekuşî dahatûyan
xemî der kirdinyan labat
hemû:
here leqe.. here leqe
çawî birînman zor zeqe
řêbaz:
daykim deygut
gurgî şewê.. gurgî şewê
yaxwa le małman dûr kewê
heryar:
daykî minîş pêm hełnegut
hemû carê zû zû deyut
zaway xałtan..
bêne małtan
zor kes heye her řawî denê
heryar êwe çî dedenê
êmeyş witman:
toy dedeynê
dest lemil bin ta sibeynê
hemû: (pêkenîn)
heryar:
daye maçî dekirdim û.. pêdekenî
witî: xozge bawkî êwe
le bendîxane berdebû
řîşey xem û ẍerîbîmî hełdekenî
ferhad:
êmey bê bawik
êmey hetîw
bê deẍił û dan..
le şara bê pena û pesîw
řêbaz:
ba baxî guł.. dey pêk bênîn
gił û aw.. bêł û çekuş
le geřekî kon bisênîn
hemû:
em ziřbabe..
le małî xoman der dekeyn
berdeqanî û dar lastîkî
çî minałî cûtyar heye..
pasewanî..
kêłgey gund û.. toman dekeyn
’use:
’esker nîm mi’aşim bê
polîs nîm řeşaşim bê
mela nîm zekatim bê
aẍe nîm dêhatim bê
şêx nîm keramatim bê
dawim kewtote dawî
zeḧmete necatim bê
komeł: (řewe mindałêkî şaristan wełamyan dedenewe)
hewêzî me qişpil nîye
zamî pişt û bin mil nîye
řîxî tifenge ’uskeye
estêreman , tiruskeye
ferhad:
dewcaw.. çeqo û qoçeqanî
baştir nîye
le tifengî ciřna û fiřnay
şanî pyawî pêpecanî
şořş:
minałe xoşewîstekan
nêweşew bû
çawî telar piř le xew bû
bawkî mezin geřayewe
bawkî berdemî sêdare
ke hatewe..
herçî leşkirî giř hebû
hênabûyewe em şare
ziřbab tûte
biray tûte
mam serispî û bałaberze
espî kujew doşaw mije
ke şew bawkim geřayewe
xistinye gufekî mêjû
mencełî danwîyan hêna û
giřman têberda serlenû
hemû:
here leqe here leqe
karwanî me dûr û zeqe
herçî nayetin bo şořş
le wiłata.. lejêr şeqe
 
=tabloy sêyem
(qedpałî kêwêke.. heman komełe minałe beramber dêyekî çoł û xamoşin...)
dengê:
hebû nebû
şêx jinê bû
be bûk neçu
minałî bû
ca şûy kird be..
cûlekeyekî dewłemend
mêrdekey mird
çałî bo samanî hełkend
wiłat zorî mułkî ew bû
lew hemû pare û daraye
(xanî çołe)y cêgey şew bû
hemû xizim û nasyawanî
kelawekey ewyan newîst
şořşêkyan dij hełgîrsand
xanûyekyan lê damezrand
bo hemû laye piř bepêst
hemû:
hawar hawar haware
leşkir sedan sware
dê dê
gişt řê
doł û řûbar
jwanî diłdar
mat û kize
cêy řewe kotir û mamze
řez û baxe dêrînekan
małî şoxe şîrînekan
minałekan
řiqî bezor koç kirdinî
bextewerî..
cûtyarî çawî sałekan
hewargey şwankarey laş
cê ewaney
lepênawî birsî yekana.. xêra hatin
herçî minałî yaxîye
herçî xełkî em gundeye
’eşqî binarî şaxî ye
qûçekî xor..
lesêłî xwêna řadexen
kotir û ask û esp bexêw deken
hemû:
tołe, tołe
sedan swarîn
xemî mêjûman bekołe
yarî řîze mîraneye
sedan lawî pişt yekgirtû
bedway şwanî xoyan deřon
řawe gurg û řawe çeqeł
deken bexû
heryar:
şořş, şořş
to dezanî şwanî bikey
şořş:
bełê bełê
řêbaz:
şewîn û şîwe xwar dekey
şořş:
bełê bełê
şaswar:
nanî bo sepanan debey
- : bełê bełê
’use:
le gurg û řêwî natirsêy
- : nexêr nexêr
hemû: (ho, ho, hû hû)
katê şořş lelafawî sed metirsî
le mirdinî şwan depirsî
şwane giře..
bem mercaneş
twanî şwanî hejaran bê
leberayî diłdaran bê
goçanî xwênî girte dest
çekî naye şanî mebest
 
=tabloy çwarem
(le dê yekî dem sinûr.. şîn û řořoy şêxî gurgane bexencerî şwankarey zamekanî kujawe û şînî bo deken..)
pîrejnê:
hê dîwanê dîwexanê
kê bû pîrî naw dîwanê
ta dwênêke mîr miḧê bû
’îşqî xwênî bebê xwê bû
dare cigerey wek tifengî
tancî û tûley řaw û cengî
hê dîwanê dîwexanî
kê bû yextey naw dîwanê
hełaşî termî lawane
xeney xwênî hejarane
becamî jehrî bêgane
xoy kird be nîşan û tane
hê dêwanê dîwexanê
kê ye mirduwe le dîwanê.
řêbaz:
law û heło
dîwanî şar..
bote kone aşî betał
destařî xem
bedest şoxî kuř mam kiç xał
sawarî sałanî azar
dîwan ewsa dehařê
her mer geweř û pîrejin
şînî mirdinî bo deken
nûşte û morû
heřac deken lebazařî
heryar:
madam ême yek řêřewîn
řîzî birsî yekanî şewîn
şaswarî me.. awzingî espî lêdawe
řêbazî me
mandû bûnî
le terazûy serkewtinî
bêçûy çewsawe kêşawe
şořşî me..
şwane û tifeng..
goçanî destyetî
şewîn û şîwe xwar deka û
le gurg û řêwî natirsî
serane nada be mîr û
le heřşey kes natirsî