ewsake

From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 1 minutes  513 views
ahî hełmijînî sozî derûnî teř
hełmijînî lêwî befeř
pelamarî dest, kitupiř
bałay cwanêkî hênke biř
legeł diłxiwazêk e’ała
bo diłdarî ebuwe ała
swênd bew gişa dîmenane
be, qijî řeş, hênde cwane
be wişey «a»y zor diłxoşim
minîş bo to tê ekoşim
ta bo to bim, toş bo min bî
be hîwam çaktirîn jin bî
le dwařoj legeł mina
legeł minałî xirpina
le gejawey bextyarî
her legełya bikey yarî
înca zewî řoşin bîrî
şanoyekman bo pêk dênî
le beheştî asoy jîrî
newey taze exułqênî