nîşan

From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 1 minutes  484 views
be pencekey firîştey xwa..
merekebî pênûsekey xwênî dił dwa
nûsî: êwe nîşan kiran, bo yektirin
fermûn bêxem dey destî yek be cût bigirin
lew baxçeyey hezaranî wek êwey tya
be bextyarî, bijîn, bijîn, zor diłnya
dest beristî mêx zincîrî tund dakutraw
lew jîney piř diřk û dałe û hajey lafaw
jîrane û pak û wirya û gwê sûk řêge bibiřn
le kejawey dahatûda, asman bidiřn
hemdîs nûsî: dû dił bestira..
dû cestey pak bo yektirî merexest kira
le baweşî germî bawik û daykî naza
bo jînêkî tazey (cûte)le kar tiraza
(řenicber)ane le jînêkî piř le (azar)
toł bikutin: bo korpey nwê bikewne kar