seretay ledayk bûn

From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 1 minutes  913 views
haşey ba.. bû.
postey baranî hênabû
lê y nûsrabû
ey hejaranî maf xuraw
le xakî zêřînî lała
le werzî sardî emsała
xêwetî baweř dakutin
dey dakutin... gurzî bekar
xêra wirya, biçê bo şar.
lê y nûsrabû...
ey hejaranî maf xuraw
ba estêre... bibarête şewî keřî ciger sûtaw
lêy nûsrabû.
bo şewî winbûnî mêju
(edîson)y karebay bîr
ba bête naw... ba bête ser şanoy yexsîr
*
dengî dengê
xuřey xwênî diłî çya bû
zor giryabû
le naw kêłge û tebarey řencî em gele
milwankey firmêskî zîwîn
beheştawî zor be pele
çirokî areqey jînî degêřawe
nwênî xewî cûtyaranî depêçawe
dey gêřawe...
areqey çaw... hewcar û das
le jêr řeşmałî bêgarî
xoyan yekcar birsî tir bûn.
gozey řiqî dîlî piř bûn
dey gêřawe..
dengê be kuł dey gêřawe
cutyarekan... nwênî xewyan depêçawe
legeł gizîr û tê xuřînî ser řewse
laşey mirdin le dayk bû.
řapeřîn û hełmet birdin le dayk bû
. (le govarî «bîrî nwê» biławkirayewe}