dwa maçî wişe

bo kiçêkî mamosta ke her be xuşkî xomim zanîbû.
From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 2 minutes  888 views
serdemê bû... çokî sucdey min peristît
leser tatî amancî dûr... çak swa bû
ta lêre bûy... peykerî min
le naw baxçey piř le mîwey nyaz řwabû
*
mafî xot bû, ke wa xot bo min hełgirî
xemî tełxî be tenyayît
be agirî min peristît
le asmanî şwên pê y xanzada dagrî
*
ey ew nazey
gerdelûl bûy le řûy lawê
ey ew fîzey, weku bîrê... tenya xotit xiste nawê
*
ey koç kirdu...
le sałî par... zor car wîstit
camî yekem xoşewîstîm pê biřêjî
zor car witit: debê şêwey desgîranit
le gořî yada binêjî.
bełam temî diłî hełçût
legeł şî’irim nebû be cût.
*
le parewe... aşî awî xoşewîstît
dengî dehat
ta koçî to... mizgênî tîşkî nawî min
hestî runakî nawî min le dem kela zû hełdehat
*
ey koç kirdu...
dadgay şî’rî şarî koye
ba bizanê... obałî azarî xotit le estoye
axir temî diłî hełçût
legeł şî’irim nebû be cût
*
dway koçî to... şî’rî hetîw...
hemû řojê le şwênewarî řêgata
le pêxustî hengawekanit degeřê
le nêw kořî destey xuşkan le cêgeta
le řojbaşî, nêw çawekanit degeřê
wa be dway basê degeřê
basî to bê
be dway witeyek degeřê
şîrîn be soz. be tam wek supasî to bê