burkanêk lekêłgey xema

From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 2 minutes  884 views
hêşta bawe
termî awzîng nûzey mawe
hêłî pełpî kişanewe
çaweřê ye...
ta holako legeł ordûy çewsanewe
legořî nefret lêkirawî hełsêtewe
bełku mijdey... wêrankarî, êstay pê ye
*
hêşta bawe
hêłî kişanewey diro
ser dekate kełbey gurg
be firiçkî ew dête go
demanba bo çałî merg.
*
 
hêşta bawe..
řê y sedan sał beçaw nuqanêk debřîn
leser qoçî manga defřîn
kes nazanê çi basêke û çi heraye
hawar lewey (heyhu)y naye
*
hêşta bawe..
çawî kizoł nûzey mawe
hêşta tînûy biray birsî
kesyan le yektir napirsî
hêşta kunî lûley tifeng
nebûyte dergey nîştiman
çewsawekan hemû yek deng
řêk nexrawin bo pałpiştiman.
*
hêşta bawe... çak dezanim... hêşta bawe
çawî kizoł nûzey mawe
hêşta gulley witekanman.. her çirûke
firmêskî şermî honrawman
awî deme!! nazî bûke!!
qaçî mandûy dîlêtîman
fêł le (derzî)y siř bûn deka
bałay komî pîrêtîman
diro legeł hełçûn deka
*
hêşta bawe...
termî awzing nûzey mawe
ewey wutim: pełey dawe
bełam hergîz... lenaw kêłgey em mateme
legeł zille û nûkî qeme
řołekanî xem gewre bûn
pîtî şepor..
le ser dêřî şê’ra win bûn.
*
řengî çawî wêłî pirse
çarey em barey la qurse
cestey hełbaz, lekołdane
pêçkey tołe, lexułdane
girme û sirûdî em care
be arastey pencey xore
yekcar hare...
bûmelerzey jêrewjûre
wek tamezroy...
maçî diłdarî lêk dûre.
le hawkarî 1972 biław kirayewe}