like zeytun legêjawî xwêna

From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 3 minutes  920 views
-1-
ay bo wişey zimanzanî derûnî řoj
çon gulle bo sîngî dujmin... wa deteqê
ay bo bîrî pêşmergey lat
le qed pałî hemû kêwêk
le ser laşe û xwên deçeqê
ay bo daykî gerûy azar
kebememkî babe guřguř..
le jêr giřî sîngî tołe
řołekanî goş dekirdin
zame sařêj nebuwekanî... papîranî
be firiçkî řizgarî (xoy) noş dekirdin
-2-
betûřeyî..
dergem le sałî ḧeftawyek bedił daxist
pêçkey nałey sîmvonî jîn
çawî sałî nwê y hełêna... bezebrî mist
dwênê, pêrê,
komarêkman ledayk bû bergitan nekird
ke lê yan dayn...
le pênawî qamî dîlî, wek pêwîst bû
dengitan nekird
-3-
be tûřeyî...
perdey şanoy zamî çawim, hełdayewe
qijî xorîş...
behêmnî bo ser sîngî, xoşewîstim, řijayewe
çunke pêrê...
areqey dîlîman nesřî
her doşawman bo bin gunî xoman dekřî
çunke dwênê..
mafman xura... xoman kiř kird
her gîrfanî xoman piř kird
-4-
destî xemî...
pêşřewî naw burkanî xwên... be tuřeyî
petî mêjûy dwênê û emřoy, tund girêda.
giřî aso..
bo pêkanî şewî şořş wa leřêda
çunke ta par.. ta emřokeş..
le pirdî peymanî çewra, hatîn, beẍar
hîçman neyna.
nebo birsî, nebo hejar
-5-
-e-
gwêtan lê bê..
şê’rekanim, xwên û giřn
wek daykêkî, korpe win bû
bo pelamarî peyamê, har û diřn
degwê bigirin, le honrawe, le şî’rî nwê
xo ger şî’irim bertîl bwaye, gwêtan degirt!
demî bîrî gyan mirdûtan..
wek parûyek qûtî deda.
eger şî’irim toy şeř bwaye.. gwêtan degirt
destî řeşî zamî dûrtan..
lekêłgey birayetî gela.. zû toy deda
-bi-
eger şî’irim.. qabîl bwaye be jêrdestî
gwêtan degirt
xwên û zamî giryey dwênê...
bebar daxî pê dexwardin
eger şî’irim dansî şoxî aheng bwaye
gwêtan degirt
bilîtêkî giran bayî...
sedan dînar, zor qurbanî pê dejmardin
-c-
eger şî’irim saman bwaye, gwêtan degirt
sayloy nyazî çawî birsî
xêra dan û pare û xwênyan, hełdemjî
ya ger şî’irim dîlî zordarîtan bwaye
lepirdî zebrî dîwexan
bo bîstinî, her wişeyek
çendîn bendetan dekujî
 
-di-
şî’rekanim..
goranîyekî bîrî nwêye
parûy demî zigî birsî y kurdî pê ye
şî’rekanim xwên û giřn
wek daykêkî, korpe win bû
bo pelamarî peyamê... haru diřn
boye eger...
biłên ême...
biłên ême, leşî’rekanit bê berîn
lêtan nagirim...
derebegin, borciwazîn
tirsim okin, be gişt core jînê řazîn
dyare diłtan, çawtan, bîrtan
hêşta fêrî honrawem nîn
lekořêkî edebî xwêndirayewh. be boney yekem mîhrecanî şî’rî kurdî le kerkûk nûsrawe. keçî lîjney mîhrecan tirsenokane mawey xwêndinewey neda.}