lepênawî řojêkî bê kotayîda
From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
2 minutes
1084 views
ho daye gyan...
ew serdaney ke boy deçim
yekcar dûre
asoy hemû řojêkî řê y
bexwênî zordaran sûre
ho daye gyan
çaweřê y dîtnewem meken, nayêmewe
le serdanî řêgey jyan
bem zwane nayêmewe,
*
ho daye gyan, lêm mepirse nayêmewe
taku nebme asnigerî dasêkî tîj
tebarey jengawî pûçeł bexêrayî nedûrmewe
kepiř le’azar û tirse
ho daye gyan, lêm mepirse
bo bêmewe. bo bêmewe?
*
ho daye gyan...
ta coxînî, bîrî mirdûy witey qełew
nekem bexołemêşêkî berdem hewa
ta zorlêkirawî kurdistan, hełnesênim
leqawẍî qirşey xewa
em serdane herçend be azaru tirse
bełam daye lêm mepirse, lêm mepirse
nayêmewe, nayêmewe
*
ho daye gyan, řêgem bide
tazendołî azarî jîn hełnediřim
taku deştî bapîranim.
begasnî cutyarî nwê sitonebiřim
ta toy birsîy pêwer nekem
lenêw sinûrî zewyekem
beserbestî hawar nekem
ho daye gyan lêm mepirse
keçî erkêkî zor qurse
bełam daye nayêmewe, nayêmewe
*
ho daye gyan... řêgem bide
takû tacî xemî mêjû legoř nenêm
ta legeł xor...
sirûdêkî biřway nemir be dił nełêm
ho daye gyan, lêm mepirse
xebatêke..keçî be azar û qurse
bełam daye, nayêmewe, nayêmewe
*
ho daye gyan... becê û dêłim
ta baregay xakêkî sûr
bo wiçanî çewsawekan dirust nekem
ta telarî amancî kurd
le keleşî kujrawekan dirust nekem
herçend be azare qurse
lêm mepirse
nayêmewe, nayêmewe
*
ho daye gyan... wa pêt dełêm
ta kilîlî serbexoyî negirme dest
taku dergey kurdistanî letkirawman
begulley ḧeq.. bo yeksanî
bo bextyarî..beřizgarî... nekemewe
ta nekewme... naw baweşî çawî mebest
ho daye gyan... lêm mepirse
lêm mepirse...
nayêmewe, nayêmewe
ta řizgarî hejarekan nehênim... min nayêmewe
ew serdaney ke boy deçim
yekcar dûre
asoy hemû řojêkî řê y
bexwênî zordaran sûre
ho daye gyan
çaweřê y dîtnewem meken, nayêmewe
le serdanî řêgey jyan
bem zwane nayêmewe,
*
ho daye gyan, lêm mepirse nayêmewe
taku nebme asnigerî dasêkî tîj
tebarey jengawî pûçeł bexêrayî nedûrmewe
kepiř le’azar û tirse
ho daye gyan, lêm mepirse
bo bêmewe. bo bêmewe?
*
ho daye gyan...
ta coxînî, bîrî mirdûy witey qełew
nekem bexołemêşêkî berdem hewa
ta zorlêkirawî kurdistan, hełnesênim
leqawẍî qirşey xewa
em serdane herçend be azaru tirse
bełam daye lêm mepirse, lêm mepirse
nayêmewe, nayêmewe
*
ho daye gyan, řêgem bide
tazendołî azarî jîn hełnediřim
taku deştî bapîranim.
begasnî cutyarî nwê sitonebiřim
ta toy birsîy pêwer nekem
lenêw sinûrî zewyekem
beserbestî hawar nekem
ho daye gyan lêm mepirse
keçî erkêkî zor qurse
bełam daye nayêmewe, nayêmewe
*
ho daye gyan... řêgem bide
takû tacî xemî mêjû legoř nenêm
ta legeł xor...
sirûdêkî biřway nemir be dił nełêm
ho daye gyan, lêm mepirse
xebatêke..keçî be azar û qurse
bełam daye, nayêmewe, nayêmewe
*
ho daye gyan... becê û dêłim
ta baregay xakêkî sûr
bo wiçanî çewsawekan dirust nekem
ta telarî amancî kurd
le keleşî kujrawekan dirust nekem
herçend be azare qurse
lêm mepirse
nayêmewe, nayêmewe
*
ho daye gyan... wa pêt dełêm
ta kilîlî serbexoyî negirme dest
taku dergey kurdistanî letkirawman
begulley ḧeq.. bo yeksanî
bo bextyarî..beřizgarî... nekemewe
ta nekewme... naw baweşî çawî mebest
ho daye gyan... lêm mepirse
lêm mepirse...
nayêmewe, nayêmewe
ta řizgarî hejarekan nehênim... min nayêmewe