paketêk çayî

bo kak qadrî bilûryan
From the Book:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
By:
Mela Marif Kokeyi (1875-1945)
 1 minutes  458 views
le lam wabû ’ezîzim qedir û weznî paketêk çayî
le mîzan û terazûy hîmmetî to bote xořayî
çi lazim bû be tefre û we’de cana, boçî netfermû
fiłankes dû denk çayî be kes nadem be xořayî
zewalî qet nebê yařeb nebînim kewkebî bextit
heta mawî le ewcî îqtîdar û burcî aẍayî