kakî çełebî

bo westa ’ebdułłay çełebî
From the Book:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
By:
Mela Marif Kokeyi (1875-1945)
 1 minutes  447 views
kakî çełebî gerçî cewanêkî dirustî
saḧîb keřem û hîmmet û bexşayşî destî
çen sałe debê carê le min bo çî nepirsî
her bêxeberî ’aciz û meẍrûrî û mestî
ḧazir be muheyya be ewa newbetî toye
zyatir leme ẍafił mebe lêm meyxo be xestî
meşhûre dełên «sûre simêłan bibzêwe»
derdit le kesanê ke deken bade perestî