behre û qîsmetim

bo mîrza ebulḧesenî qazî «seyfulquzat»
From the Book:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
By:
Mela Marif Kokeyi (1875-1945)
 3 minutes  525 views
gerçî behre û qîsmetim lem şare her derd û ẍeme
baz be qurbanî wicûdî toy dekem herçî heme
ew qesîde kurdîye teqdîm dekem bo me’zeřet
ta nefermûy boç fiłanî hatuçoy êmey keme
baweřit bê ḧebbeyî ḧubbit le mezray sîneda
wek dirextî cengełî sebiz û biłînd û meḧkeme
řûy zemaney bêwefa řeş bê wekû řûy mudde’î
bêbeşî kirdim le suḧbet kuncî weḧdet cêgeme
ahî serd û řengî zerd û mîḧnet û cewr û cefa
mûnîs û yar û řefîq û hemnişîn û hemdeme
kêwî kellem wek demawende demê xałî nîye
ya be tem meşẍûłe ya meşmûlî hewr û mateme
gerçî nêşî ’eqreb û mar û řeqîbî nanecîb
her birînêkî ke deyken bê dewa û merheme
baz le lutfî ḧezretî mewlayî dîn bakim nîye
çun umêdim feyzî řuḧulqudis û îbnî meryeme
bo dîfa’î leşkirî bedbextî û řojî sya
yawer û sułtan û ceyşim şahî ẍewsul’e’zeme
bo meta’î dîde çawim xwên deřêjê dem be dem
řojî řûnakim şewî tarîk û leylî muzleme
leşkirî feqir û perêşanî hucûmî kirduwe
dewreyan dawim be nêze û xencer û şîr û qeme
derdî bê derman û serbarî hemû derdî giran
bêwefayî dostan û înqilabî ’aleme
řayeł û poy têk çuwe maşênekey çerxî felek
her wekû ewza’î min ałoz û derhem berheme
çun be her şikłê le mewzû’at û meḧmûlatî xom
her qyasê hełdebestim bê netîce û e’qeme
mesłeḧet waye ke şerḧî ḧałî xomit pê biłêm
ta bizanî zexim û derdim bêdewa û merheme
hîç diro nakem cenabî seyf eger baweř dekey
bew xudayey xalqî kursî û ’erşî e’zeme
muddetî sê mange bo teḧsîlî qûtî layemût
şa’îrîyet ’adet û şuẍił û şî’ar û pîşeme
ẍeyrî seyf û sedrî qazî şexsî ba şanu şeřef
ye’nî eşxasê bizanim mukirîme ya ekireme
kes nemawe boy nenêrim yek ẍezel şê’rî qeşeng
yek qesîdey wa ke hîç kes pêy neka gałte û geme
hîmmet û bexşayşî ehlî wefa nebwaye min
nemdebû ewřoke nanêk û pyałêk dîşleme
bem qezîye û qîsmete min çon debê řazî nebim
cedwelî teqsîmî wa kêşawe qazî meḧkeme