badî seba mewêste

From the Book:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
By:
Mela Marif Kokeyi (1875-1945)
 2 minutes  548 views
badî seba mewêste dexîlek desa were
em şê’re kurdîyane lebo dawdî bere
ba pêt biłêm nîşaneyî wez’î ’îmařetî
derwazekey be qutbî şîmalî berabere
xadîm benatî ne’şe, ’eses nesrî ta’îre
bo def’î çawî bed qeřawił dubbî ekbere
dîwar û setiḧ û seqif û ḧesarî û menziłî
bîrûn û enderûnî be ’îffet muḧeccere
’etrî gułî beharî û řengî guł’ateşî
lem serserayeda be mesel ’ûd û mecmere
emma be mergî min ke deçî zor be îḧtiram
daxîl bibe le derk û biço jûr le pencere
destî edeb be sînewe bigre le xizmetî
bîstûme zor edîb û necîb û muweqqere
beytulḧerame mescîdul’eqsa metafye
hem xûşeçînî řewzeyî řewzey munewwere
çawî be tozî sûrmeyî sîna mukeḧḧele
qelbî be awî zemzemî betḧa mutehhere
’erzî bike ke ke’bî sitarey se’adetim
kewtote îḧtiřaq û muqeyyed be şeşdere
ewřo meta’î kasîd û bê qedir û îḧtîřam
řîşe ’ebaye şê’re keway şoře mêzere
boye ẍewwasî fikir û nehengî tebî’etim
seyyadî mewcî zułmet û gêjî sikenderh
lew řojewe ke ’ehd û zemanî tecdidude
lew wextewe ke nêwî temeddun le deftere
baranî ẍem le hewr û hełay mîḧnet û elem
barîwe boye çeşmeyî çawim mukeddere
dił wa melûl û mat û perêşan û ’acze
kullî deqîqe muntezîrî mewtî eḧmere
zor xoştire le awî beqa şerbetî fena
lem dewreda ke noş wekû nêşî neştere
fermû were meclîsî terḧîm û řeḧmete
řojî wefatî mescîd û mîḧřab û mînbere
bo îḧtiramî fatîḧexwananî muḧteřem
cerg awre nefes deme sînem semawere
çaw piř le awe za’îqe wek çaye tifit û tał
dûdî henase pêç û xemî zulfî dulbere
tebi’ û qerîḧe saqîye dił şîşeyî bilûr
nutiq û meqaleyî edebî şehd û şekkere
şa’îr ẍezel firoşe eger muşterî bibê
tecdîdî metle’î le nezerda musewwere