ey peykî xoş xeber

From the Book:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
By:
Mela Marif Kokeyi (1875-1945)
 2 minutes  540 views
ey peykî xoşxeber be fîdat bim eto were
xot em qesîde kurdîye bo muhtedî bere
aşî gułane menziłî yanî leber gułan
qutir û muḧît û mîḧwer û qutbî mu’ettere
ta çaw heter dekat û heta dił dełê bese
baẍ û dirext û ’er’er û seru û sinewbere
xemłîwe serzemînî be xunçey guł ateşî
awî letîfe safe, heway ’etirperwere
feřşî zumuřřudî gułî zerd û sûr û ał
têkeł buwe dełêy tebeqî ’ûd û mecmere
wek xêwetî gułane hemû baẍ û çîmenî
damênî kêwî etłes û dîba û mexmere
nêrgis be çawî mestewe swêsin be sed ziban
meşẍûłî zîkir û fîkirî xudawendî ekbere
gerdinkeçe wenewşe guł û bergî nesteren
gułî yasemen be darewe wek mîşk û ’enbere
şewnem le çêhreyî gułî mîna û etłesî
barîwe daney ke dełêy duřiř û gewhere
wek min melûle lale be daẍî fîraqewe
sunbul biław û xawe dełêy zulfî dulbere
giryanî gułî şillêre bibîne ’ezîzekem
firmêskî çawî be hewrî awî muqettere
esił û esas û ’unsurî qesir û ’îmařetî
’îziz û şehamet û şeřef û ’îlim û cewhere
setḧî ḧesarî mezherî ayatî cennete
awe, dirext û mîwe û sewzełan û sêbere
her wek ne’îmî řewzeyî řîzwane nî’metî
bê muzd û řenc û mînnet û bê ecir û keyfere
’erzî bike le qewlî min aẍayî muhtedî
em dewre zîndeganîye wek mewtî esfere
ew řoje ke fesłî xisûmat û dawerî
řacî’ be ḧukmî yawere qanûnî dawere
ḧałî mela le ḧałetî hemze xirabtire
yek aletêke bê ’emel emma museddere
lew řojewe be des usûlî muḧakmat
îbnuḧecer ḧenacîrî mecrûḧî xencere
bê şik û şubhe xoştire mirdin le zîndegî
bo ew kesey ke saḧîbî mîḧrab û mînbere
têfkire kullî cîns û meta’êk be qîmete
ḧetta be çend muqabîlî sabîq berabere
cuz mêzer û ’eba ke ewřo me’el’esef
sed men mela be qîymetî yek men çewendere
men’im meken lewey ke seraser qesîdekem
te’rîfî derdî xom û kemałatî serwere