meqalat û bołeboł

From the Book:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
By:
Mela Marif Kokeyi (1875-1945)
 2 minutes  760 views
şa’îr ’umûmî kewtine meqalat û bołeboł
medḧî weten deken be qesîdey şiř û şiřoł
te’rîf deken le mîlletî kurdî be sed ziban
pak bûne çaweşêkî bê dimbeg û dehoł
kurdîş çi kurde mîlletî xoxore pêkewe
bo gyan û małî yektirî simkoł deken le xoł
dêw û dirinc û wirç û beraz û řêwî û çeqeł
kwêr û şel û keř û keçeł û goc û gêř û goł
ye’nî gewirk û menguř û pîran û kałemû
zerza û şikak û mameş û herkî segî geřoł
bo małî mukirî hatne sema û řeqis û pêkenîn
berbûne girmegirim û çeq û lûr û gołegoł
wek gurgî har û birsî biław bûn le deşt û der
dexulênewe hemû xiř û eşkewt û şîw û doł
bo kałe kon û nałe şikawê fiřê deden
xoyan le beḧir û awir û jêr erzî çał û çoł
pûł û esas û dewłet û małî ne kem ne zor
hîçyan nehêşt û bome nema ẍeyrî xak û xoł
’êlat ke řûy řeşe le şeref pakî bêbeşe
emma biłên be xan û xewanîn û mîr û qoł
takey wetaẍî berz û jinî terz û terkî feřz
lêtan ḧeram bê suḧbetî xatûnî nerim û noł
sertan ke saze her yeke awazê lêdeda
pak saḧîbî tifeng û supa û tîp û جاە û coł
awełkirasî kîj û kiç û xanmî weten
dayanřinîn ewan de sebabanî qûn tiřoł
sabłaẍîy dest û pê bexeney qet hetaw nedîw
řengîn û nazenîn û sipî û soł û zerd û zoł
qazî û mela û tacir û esnaf û ehlî şar
gîran be soẍre kewtine jêr barî dar û koł
serdar û keyxudayî mukiryan xełat kiran
řankêkî kon û let let û çoẍêkî bêgřoł
ew řoje ẍîret û şeref û dînî xot firot
hey aferîn ře’îs û emîranî tund û toł
doynê diłim be awrî ḧubbî weten desût
ewřoke waye sard û siře her wekû sehoł
meyřêse besye şa’îrî çeprek bełê biłê
řebbî wiłatî kurdî bibînîn be çoł û hoł